Encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê hatin ragihandin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê piştî nirxandina îtîrazan encamên hilbijartinên parlamentoyê ragihand. Li Kurdistanê rêjeya beşdariya dengdêran li Hewlêrê %71.65, li Kerkukê %65.02, li Silêmaniyê %60.15 û li Duhokê %77.47 bû.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. Komîsyonê daxuyand ku ji ber nakokî û giliyên aliyan eşkerekirina encaman paş ket.

Encamên fermî û kursiyên Herêma Kurdistanê wiha ne:

HEWLER

Rêjeya beşdarbûnê %71.65: 16 kursî û 1 kursî kota

KDP: 369,724 deng, 9 kursî

YNK: 97,411 deng, 3 kursî

Eniya Helwêst: 63.298 deng, 2 kursî

Tevgera Nifşê Nû: 38 hezar û 921 deng, 1 kursî.

Kotaya Xiristiyan: Kildo Remzi – 18,472 deng

KERKÛK

Rêjeya beşdarbûnê %65.02: 13 kursî

YNK: 114,999 deng, 4 kursî

KDP: 21,414 deng, 1 kursî

Partiya Teqedûm: 59,050 deng, 3 kursî

Eniya Tirkmenî ya Iraqê: 28,302 deng, 2 kursî

Hevpeymaniya Erebî ya Kerkûkê: 15,448 deng, 1 kursî

Hevpeymaniya Berdewamiyê: 12,695 deng, 1 kursî

SILÊMANIYÊ

Rêjeya beşdarbûnê %60.15: 18 kursî

YNK: 241,143 deng, 8 kursî

Eniya Helwêst: 75.375 deng, 3 kursî

Tevgera Nifşê Nû: 69 hezar û 781 deng, 2 kursî.

KDP: 68,834 deng, 2 kursî

Yekgirtûya Îslamî: 65 hezar û 312 deng, 2 kursî

Komeleya Dadgerî: 34 hezar û 563 deng, 1 kursî

DUHOK

Rêjeya beşdarbûnê %77.47: 11 kursî û 1 kursî kota

KDP: 413,890 deng, 9 kursî

Yekgirtûya Îslamî: 72 hezar û 986 deng, 2 kursî

Kota Xiristiyanan: Samî Uşana - 22.836 deng